Liebe Kolleginnen und Kollegen,

Es wurde auch eine Kongress-Homepage errichtet (http://mezopotamyatipgunleri.org). kurdisch/Türkisch/Englisch

Hempiseyên hêja,
malpera nu ya Rojên Tendrûstiyên Mezopotamya ya III. vebûye.
http://mezopotamyatipgunleri.org/eng/

Liebe KollegInnen,
Die neue Homepage der III. Mesopotamischen Gesundheitstage ist aktiviert. Sie finden sie unter dem Link:
http://mezopotamyatipgunleri.org/eng/

Dear Colleagues,
You could find the new homepage of. III. Mesopotamian Heath days following the link:
http://mezopotamyatipgunleri.org/eng/

Degerli Meslektaslar,
III. Mezopotamya Tip GÜnlerinin Intzernet Sayfasi acilmistir
http://mezopotamyatipgunleri.org/eng/

Silav
Husên Bektas

Rojên Tenduristiyê yên Mezopotamyayê

Hempîşeyên birêz,

Li ser navê Lijneya Amadekar ya Rojên Tenduristiyê yên Mezopotamyayê ji dil û can we silav dikim.

Di 22-24’ê Cotmeha 2009’an de li Diyarbekirê bi beşdariya gellek hempîşeyên me yên ji her aliyê welêt û welatên curbecur hatibûn, me Rojên Tenduristiyê yên Mezopotamyayê li dar xistibûn. Di vê kongreyê de ligel Ingilîzî û Tirkî cara pêşîn di kongreyeke tibbî de Kurdî jî weke zimanê civînê hatibû pejirandin û danezanên bi Kurdî hatibûn pêşkêşkirin û hemû axaftinên bi Ingilîzî û Tirkî simultane hatibûn wergerandin. Me bi alikariya we hemû hevalan kongreyeke serkeftî saz kiribû.

Bi pêkanîna vê kongreyê, pêşketin û çalakbûna zimanê Kurdî radeyeke din bilind bû û em pê bawer in ku Kurdî jî weke zimanê din yên dinyayê yên sereke, cihekî girîng wê ji xwe re çêbike. Bi pêşketina zimanê me nasnameya me yî neteweyî jî wê xurttir û eşkeretir bibe û pê re jî hîmeke din î netewebûna me wê bê danîn. Di nava neteweyên azad û wekhev yên dinyayê de, Kurd jî êdî bi xweseriya xwe cihê xwe digirin.

Di civîna dawîn a kongreya Rojên Tenduristiyê yên Mezopotamyayê de daxwaza hemû beşdaran ew bû ku divê ev kongre bibe kevneşopek û berdewamiya wê were. Di civînê de biryar hatibû dayin ku wê kongreya duyemîn jî li Diyarbekirê pêk were. Loma jî ji roja ku kongreya yekemîn qediya û vir de em ketine kelecana kongreya duyemîn.

Bi kêfxweşî û serbilindî ez dixwazim banga Duyemîn Rojên Tenduristiyê yên Mezopotamyayê bikim. Di 14-16’ê Cotmeha 2010’an de dîsa li Diyarbekirê em ê bi hev re kongreya xwe pêk bînin. Di pêkanîna kongreyê de alîkarî û destekên we ji bo me gellekî girîng in. Bi beşdarbûna we hemû hempîşeyên me em ê kêfxweş bibin.

Bi hêviya ku di Duyemîn Rojên Tenduristiyê yên Mezopotamyayê de em li Diyarbekirê hev bibînin, we silav dikim.

Dr. A. Selçuk Mizrakli
Serokê Kongreyê yê
Duyemîn Rojên Tenduristiyê yên Mezopotamyayê





Tätigkeitsbericht 2008/2009