Piroz kirin




Serokatîya Partîya Civaka Dêmokrat (DTP)



Hevalên TêkoşerBi navê "Komela Pizîşkên Kurd li Almaniya" em we pîroz dikin, jibo serkevtina we ya mezin di hilbijartinên herêmî de, yên bajar û
bajarokên Kurdistan û Tirkiyê.

Bêguman ev serkevtin encama xebateke çalak û bê westan bû, jibo hişiyarkirina gelê kurd û têgihîşina wî, di mafên wî yên merovane û rewa de, liser axa welêt.

Em hêvîdar in, ku hemû berpirsiyar û komîteyên hilbijartî, di bajar û bajarokan de, bi erkên xwe yên netewî, hemîşe û dûrî nêrînên teng yên patîyetî û keysperestî, rabin, jibo bicihanîna xizmetgozarîyên fereh, di hemû warên jiyana gelê me de û veguhaztina wî jibo civakeke nûjen, dêmokrat û bextewer. Hêvîya me ew e jî, ku ev serkevtina we bibe bingeheke hêzdar, di pêwendîyên hevaltî û çalak de, di navbera hemû dezgeh û hêzên netewî yên kurdî de li welêt, jibona yekgirtî û nûnertîyeke hevbeş û jibo armancên hên mestir, ji gelê kurd re, li Bakurê Kurdistanê. Digel pir silavên hevaltî



Komela Pizîşkên Kurd li Almaniya
Dr. Resûl Feqî

Berlîn, di 02.04.2009 de


V